Îro pêncşem bi hezaran derwêşên terîqeta Qadirî bo beşdarî kirin di merasima veşartina şêx xwe Şêx Kesnezanî ku beriya çend rojan koça dawî kiribû, ji Îran û Rojhilatê Kurdistanê berê xwe dan Silêmanî.
Her çend li ser sînor hem hêzên Îranî û him jî hêzên ewlekarî yên herêma Kurdistanê xwestên pêşiya wan derwêşan bigirin, lê derwêş guh nedan û deriyên sînor derbazkirin û berê xwe dan Silêmanî.
Hete gotin ku li ser sînor ji aliyê Îranê ve êrîşî ser derwêşan hatiye kirin û di encama êrîşê de 4 derwêş canê xwe ji dest dane û çend derwêşên din jî birîndar bûne.
https://www.youtube.com/watch?v=v_ysrB7S0Is&feature=youtu.be
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin