Li Tirkiyeyê teqîneke din çê bû

2 kes hatine kuştin û 8 kesên din jî birîndar bûne
کوردستان TV
100%

Di encama teqînê de kuştî û birîndar hene

Li gor çapemeniya Tirkiyeyê, kêliyek beriya niha di dema veguhastina fişekên hewayî de çê bûye.

Kanala cnnturk belav kir ku teqîn di nava tirimbîla ku têde fîşekên hewayî hatibûn barkirin çê bûye û di encama teqînê de du leşker mirine û 8 leşkerên din jî birîndar bûne.

Herwiha hate zanîn tirimbîla ku têde çend kes hebûne jiber teqînê bi temamî hatiye jinavbirin û birîna hinek ji birîndaran jî gelek girane.

Weke tê zanîn hefteya derbazbûyî li parêzgeha Sakaryayê ya Tirkiyeyê kargeheke fîşekên hewayî teqiya bû û di encam de herî kêm 6 kes canê xwe ji dest dabûn û teqîna îro jî li heman bajarê çê bûye.

N: E. G

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.