Li Îraqê daxwaza ragihandina qedexeya hatûçûyê tê kirin

dibêje Îraqê ketiya qonaxa sêyem ya belav bûna Koronayê
کوردستان TV
100%

Korona li Îraqê bilez belav dibe û rojane bi dehan kes li Îraqê bi Koronayê dikevin.

Komîteya qirîzan ya parlementoya Îraqê derbarê belav bûna bilez ya Koronayê li Îraqê de huşdarî dide.

Komîte herwiha daxwaz ji aliyên têkildar kiriye daku bo kontrol kirina belav bûna Koronayê, li Îraqê bi qasî du hefteyan qedexeya hatûçûyê were ragihandin.

Di daxuyaniya komîteya han de hatiye gotin ku niha Îraq di qonaxa sêyem ya belavbûna Koronayê deye û rojane bi sedan kes bi Koronayê dikevin û bi dehan kesên din jî canê xwe ji dest didin lewre lazime rêkarên rûbirû bûna Koronayê werin tundtirkirin û lazime bi qasî du hefteyan li seraserê Îraqê qedexeya giştî ya hatûçûyê were ragihandin.

Weke tê zanîn heta niha li Îraqê zêdetir ji 50 hezar kesan bi Koronayê ketine û zêdetir ji 3 hezar kesan jî canê xwe ji dest dane.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.