Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mezlûm Ebdî ragihand ku wî pêşwaziya Fermandarê Hêzên Rûsyayê yê Sûriyê kir û binpêkirinên Tirkiyê ji peyama 23'ê Cotmehê û qetilkirina sê jinên çalakvan nîqaş kirin.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî daxuyaniyek li ser hesabê xwe yê twîtterê belav kir.
Ebdî ragihand: "Me pêşwaziya fermandarê hêzên Rûsyaê yê li Sûriyê general Alexander Chaiko kir. Me dozên hevpar, di nav de binpêkirinên Tirkiyê ji peyamana 23'ê Cotmehê û qetilkirina hersê jinên ên Kurd ên çalakvan li Kobanê nîqaş kirin."
Ebdî got: "Di civînê de me li ser bilindkirnia asta koordîneyê û xebatên hevpar li hev kir. Me spasiya wî kir ku xebata li hemberî rageşiyan bersivand."
Hêjayî gotinê ku ku dewleta Tirk ji destpêka dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî de peymana agirbestê ya ku bi Amerîka û Rûsyayê re îmze kiriye, bi cih naîne. Tevî ku QSD'ê hemû bendên peyamanê bi cih tîne.
Di 23'yê Hezîrana borî de jî balafireke bê mirov a bi çek a dewleta Tirk êrişî gundê Helîncê yê rojhilatê Kobanê kir hedef. Di encamê de 3 jinên Kurd ên çalakvan şehîd bûn. Li hemberî van sûc û binpêkirinan Rûsya ku aliyekî garantor ê parastina herêmê ji Tirkiyê ye tu helwest nîşan nedaye
Anha
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin