Li gor zaniyariyên ku Peyamnêrê Kurdistantvê yê li devera Hac Omeranê dane, duhê spaha Pasdaran ya Îranê li devera Berdesor ya li ser sînorên navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê, dest daniye ser çêlên zomdarekî Kurd.
Peyamnêrê me eşkere kir ku spaha pasdaran 26 çêlên wî welatiyê han birine û hewldanên heyî jî yên bo vegerandina wan çêlên didomin lê heta niha ti encam nehatiye bidestxistin.
Weke tê zanîn ev demeke ku zextên çekdarên Îranî yên li ser zomdarên Kurd li deverê zêde bûne û beriya çend rojan jî şiwanek jiber êrîşa pasdaran birîndar bibû.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin