Li Tehranê teqîneke din çê bû

2 kes di encama teqînê de canê xwe ji dest dane
کوردستان TV
100%

Berbanga îro sêşem li Başûrê Tehranê teqîneke mezin çê bû.

Li gor çapemeniya Îranê îro sêşem li navçeya Kehrîzek ya li Başûrê Tehranê teqîneke mezin çê bûye û di encama teqînê de 2 kes canê xwe ji dest dane û 3 kesên din jî birîndar bûne.

Rayedarên Îranî behsa vê yekê kirine ku teqîn di dema têje kirina kepsûlên oksîjinê de çê bûye.

Weke tê zanîn hefteya derbazbûyî dîsa li Tehranê teqîneke mezin çê bibû û 19 kes canê xwe ji dest dabûn.

N: E. G

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.