Hunermendekî Kurd li Bûkanê hate girtin

êrîşî ser mala wî kirine û girtine
کوردستان TV
100%

Ev hunermend îro danê sibê li mala xwe ya li Bûkanê hatiye girtin.

Li gor jêderên ji Rojhilatê Kurdistanê, îro danê sibê hêzên ewlekarî yên Îranê êrîşî ser mala Hunermendê Kurd Ebdulah Çawişî kirine.

Li gor nûçeyeke Kurdpayê, hêzên ewlekarî yên Îranê beriya ku êrîşî ser malê wî Hunermendê bike, gundê Hacî Lek ya ser bi nahiyeya çemê Mecîdxan ya li Bûkanê dorpêç kirine pişt re jî Ebdulah Çawişî di nava mala xwe de girtine û bo cîheke nediyar veguhastine.

N: E. G

Mûzîk

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.