Aloziyên li kempa Holê berdewamin

4 konên penaberên Îraqî hatine şewitandin
کوردستان TV
100%

Di çarçoveya wan kêşe û aloziyên ku Jinên DIŞIê li kempa Holê de çê dikin, çend konên din yên penaberên Îraqî hatine şewitandin.

Çapemeniya ser bi HSDê belav kir ku jinên DIŞIê dîsa li kempa Holê êrîşî ser konên penaberên Îraqî yên li vê kempê kirine û çar konên penaberên Îraqî şewitandine.

Hate zanîn ku ti panabereke Îraqî di encama bûyerê de canê xwe ji dest nedaye lê zirarên madî yên bûyerê hene.

Weke tê zanîn jinên DIŞIê yên li kempa Holê hertim hewl bo aloz kirina rewşa kempê û êrîş kirine ser penaberên din yên di nava vê kempê û zirêvanên kempê didin û heta niha çend car jî pevçûn di nava kempê de çê bûne.

N: E. G

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.