Biryare parlementoya Kurdistanê vê hefteyê bicive û giftûgo li ser rewşa deverên sînorî bike.
Her di vê çarçoveyê de komîteyeke taybet ya parlementoya Kurdistanê îro serdana deverên sînorî û wan deverên ku di encama êrîş û operasiyonên Tirkiye û pevçûnên navbera Tirkiye û pkkê de rastî ziraran hatine kiriye.
Komîte vê li gel şêniyên wan deveran bicive û lêkolîneke berfire li ser rewşa wan deveran bike û pişt re jî raporta xwe pêşkêşî parlementoyê bike û parlemento jî vê giftûgo li ser raportê bike û pişt re biryar û helwestên xwe li ser mijara pevçûnên li deverên sînorî û êrîş û operasiyonên Tirkiyeyê eşkere bike.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin