31 girtî li Bexdayê bi Koronayê ketine

temena wan di navbera 18 heta 22 sale
کوردستان TV
100%

Li gor zaniyariyên berdest heta niha li Bexdayê 31 girtî bi Koronayê ketine.

Birêveberatiya reforman ya li wezareta dad ya Îraqê derbarê rewşa girtiyên nava girtîgehên Bexdayê de belav kiriye.

Di daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku heta niha bi tenê li girtîgeha Kerix ya li Bexdayê herî kêm 31 girtî bi Koronayê ketine.

Di beşeke din ya vê daxuyaniyê de behsa vê yekê hatiye kirin ku temena wan girtiyan di navbera 18 heta 22 sale, rewşa hinek ji wan başe lê rewşa hineke din ji wan nebaşe.

Weke tê zanîn li Îraqê rojane zêdetir ji hezar kes bi Koronayê dikevin û bi dehan kesên din jî jiber Koronayê canê xwe ji dest didin.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.