Dest bi ser du mûşekan de hate girtin

bo teqandinê hatibûn amadekirin
کوردستان TV
100%

Jêdereke ewlekarî li Bexdayê ragihand ku îro hêzên ewlekarî yên li Bexdayê karîne dest bi ser du mûşekan de bigirin.

Ev çavkaniyê ku nexwest navê xwe eşkere bike ji çapemeniya Îraqê re gotiye ku îro hêzên ewlekarî yên li Bexdayê karîne li du navçeyên curbicur yên Bexdayê de dest deyinin ser du mûşekên ji têşeya katûşiya ku bo avêtin ber bi navçeya kesik ya Bexdayê ve hatibûn amadekirin.

Hate zanîn ku ev her du mûşek bêyî ti zirarekê hatine pûçkirin.

Weke tê zanîn çekdarên ser bi Îranê hertim hewla vê yekê didin ku bi mûşekan êrîşî ser navçeya kesik ya li Bexdayê bikin û heta niha çend car êrîş pêk anîne.

N: E.G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.