Endamekî dêrîn ya PDKê canê xwe ji dest da

sala 1950 li Tirbe Spî ji dayik bibû
کوردستان TV
100%

Endamekî dêrîn ya partiya demokrata Kurdistanê duhê înê canê xwe ji dest dan.

Endamê dêrîn yê PDKê Zeîm Botanî jiber nexweşiyê duhê li Almanyayê canê xwe ji dest da.

Zeîm Botanî yê bi navê Zeîm Ehmed Amed bi çendîn sal di nava refên partiya demokrata Kurdistanê li cîhên curbicur weke kadroyeke dilsoz û nîştimanperwer kar û xebat kiriye.

Nav hatî piştî ku li Almanya bicîh bûye, dest bi xwendinê kiriye û ji sala 1992 heta 2004 nunerê PDKê bûye di nava komîteya hevkariya partiyên Kurdistanî li Almanyayê.

Nav hatî sala 1950 li bajarê Tirbe Spî li Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.