187 kesên din bi Koronayê ketin

heta niha bi giştî 231 kes li seraserê Kurdistanê canê xwe ji dest dane
کوردستان TV
100%

Duhê bi şev wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên dawî yên Koronayê belav kir.

Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî di nava 24 seatên derbazbûyî de 187 kesên din li seraserê Kurdistanê bi Koronayê ketine ku 39 li Hewlêr, 89 li Silêmanî, 44 li Gerimiyanê, 10 li Raperînê û 5 li Dihukê bûne.

Herwiha hate zanîn ku 88 kes jî ji Koronayê rizgar bûne ku 41 li Hewlêr, 36 li Silêmanî, 7 li Raperîn, 1 li Gerimiyanê û 3 li Helebceyê bûne.

Herwiha 8 kes jî ku 7 ji wan li Silêmanî û yek li Gerimiyanê bûne canê xwe ji dest dane.

Heta niha bi giştî 6 hezar û 844 kes li Kurdistanê bi Koronayê ketine û 231 kes jî canê xwe ji dest dane.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.