Di encama bûyereke tirafîkê de 7 kes bûne qurbanî.
Peyamnêrê Kurdistantv yê li devera Balakatê ragihand ku duhê êwarê li ser rêya navbera navbera Çoman û gundê Wêze, tirimbîlek qolipiye.
Li gor zaniyariyên ku Peyamnêrê me dane, duhê êwarê ajovanê tirimbîlê, nikariye tirimbîla xwe kontrol bike û tirmbîl ji rê derketiye û qolipiyaye û di encam de 3 welatî canê xwe ji dest dane û 4 welatiyên din jî birîndar bûne.
Kesên ku di nava tirimbîlê de bûne hemû endamên malbetekê ne û şêniyên Çomanê ne.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin