Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya wezîrê gehandin û veguhastin yê Îraqê kir û piştî civînê jî Serokwezîr li ser pêgeha xwe ya fermî derbarê naveroka civînê de wisa nivîsandiye;
Îro pêncşem 2/7/2020 me pêşwaziya wezîrê gehandin ya Îraqê Endaziyar Erkan Şehab Elşeybanî û şandeke pê re kir.
Di civînê de ku wezîrê veguhastin û gehandina herêma Kurdistanê û Serokê civata birêvebirina desteya ragihandin û gehandina Îraqê jî têde beşdar bû, behsa geşe pêdana têkiliyên navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federal hate kirin bi taybetî di warê gehandin û veguhastinê de û tekez li ser çareser kirina kêşeyên navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federalî li ser esasê destûrê hate kirin jiber ku cîhbicîh kirina destûr faktereke giring ya pêşkeftin û aram bûna rewşa Îraqê ye.
Wezîrê gehandin û veguhastina Îraqê amadebûna wezaretê bo hevkarî û hemahengiya li gel hikûmeta herêma Kurdistanê bo pêşde birina warê gehandinê li Îraq û herêma Kurdistanê diyar kir û got: Em rê ji taybetmendiyên herêma Kurdistan digirin û em dixwazên têkiliyên baş di navbera her du aliyan de hebin jiber ku bihêz bûna herêma Kurdistanê di berejwendiya tevahiya Îraqê ye û beruvajî jî.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin