Hijmara miriyan li Îranê her diçe zêdetir dibe

di nava 24 seatan de 148 kesên din mirine
کوردستان TV
100%

Li Îranê 148 kesên din bi vîrusa Koronayê mirin û zêdetirî 2600 kesên din jî pê ketin.

Berdevka wezareta tenduristiya Îranê, dr. Sîma Larî ragihand, di nav 24 saetên borî de 2 hezar û 652 kes li Îranê bi vîrusa Koronayê ketin.

Dr. Larî her wiha da zanîn, ji duhî de 148 kes jî bi Koronayê mirine û hejmara miriyan gihîştiye 11 hezar û 106 kesan.

Li Îranê bi giştî heta niha 232 hezar û 863 kes bi Koronayê ketine ku 194 hezar û 98 kes jê baş bûne, 11 hezar û 106 kes mirine, rewşa 3 hezar û 97 kesan jî xirab e

N: E. G

 

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.