Çiyayê Garê hate bordiman kirin

ti zirarên canî yên bordimanê nebûne
کوردستان TV
100%

Îro balefirên şer yên Tirkiyeyê jiber hebûna Gerîlayên pkkê çiyayê Garê bordiman kir.

Li gor zaniyariyên ku Peyamnêrê Kurdistantvê li deverê dane, îro balefirên şer yên Tirkiyeyê, bi tundî çiyayê Garê bordiman kirine,

Her çend bordiman ti zirarên canî li pey nebûye lê zirarên mezin bi jîngeha deverê gehandiye û bûye sedema çê bûna tirs û fikaran li cem şêniyên deverê.

Weke tê zanîn Tirkiye rojane deverên sînorî yên herêma Kurdistanê bordiman dike.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.