Li Merexêlê 3 kesên din birîndar bûn

li deverê beriya 4 rojan sê kesên din canê xwe ji dest dabûn
کوردستان TV
100%

Di dema vemirandina agirê de mîn bi wan re teqiyaye.

Li gor zaniyariyên berdest, duhê 3 karmendên din yên îdareya çavkaniyên xwezayî li Kirmaşanê di dema hewldan bo vemirandina agira ku bi daristanên Merexêlê ya li bajarê Paweyê de bûne, jiber teqîna mînekê bi wan re bi dijwarî birîndar bûne.

Ev çend roje agir bi daristanên Merexêlê li bajarê Paweyê ketiye û di rojên derbazbûyî de sê jîngehparêzin Kurd yên ku endamên navenda Vejîn ya jîngehparêzî bûn, di dema vemirandina agirê de jiber şewatê canê xwe ji dest dabûn.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.