Şandeke wezareta pêşmerge serdana Bexdayê kir

vê behsa çend pirs û mijarên leşkerî were kirin
کوردستان TV
100%

Îro şandeke wezareta pêşmerge ya hikûmeta Kurdistanê serdana Bexdayê kir.

Şanda wezareta pêşmerge yaku bi Serokatiya Serokerkanê pêşmerge çûye Bexdayê, vê li gel rayedarên Îraqî û wezîrê berevanî yê Îraqê bicive.

Di civînan de vê giftûgo li ser rewşa ewlekarî ya Îraqê, liv û tevgerên terorîstên DIŞIê li deverê û rewşa navçeyên Kurdistanî yên derveya Kurdistanê bike.

Herwiha vê danûstandin li ser hemahengiya navbera hêzên pêşemrge û artêşa Îraqê, rewşa deverên sînorî û çend mijarên din were kirin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.