Li Şingalê ereban dest danîye ser erdên du eşîretên êzdî

zextên ereban li ser wan her diçe zêdetir dibin
کوردستان TV
100%

Wekîlê Mîrê êzdiyan ê karûbarên peyvendiyan diyar kir, li qeza Şingalê erdê du eşîretên êzdî ji aliyê ereban ve hatiye dagirkirin û bi çi rêyekî ve be pêwîste ew erd ji êzdiyan re bê vegerandin.

Wekîlê Mîrê êzdiyan ê karûbarên peyvendiyan Mîr Cehwer Elî Beg ji basnewsê re ragehand: ‘’Êrdê eşîretên Simoqya û Qeyranya li qeza Şingalê ji aliyê ereban ve hatiye dagirkirin. Erd bixwe li ser navê êzdiyane, lê piştî Heşdî Şeibî hatiye Şingalê, careke din ereban dest daniye ser erdê wan. Em dixwazin hikûmeta Iraqê wan erdan bo êzdiyan vergire. Ji ber erd ê êzdiyan bixwe ye û ereb erdê êzdiyan bikartînin û nahêlin êzdî çandiniyê lê bikin.’’

Herwaha got, naha Heşdî Şeibî û grubên çekdar ên desthilat li wê devera Şingalê hene, ji ber wê naha vegerandina wî erdî bo êzdiyan zehmete û rûbereke mezin ê wî erdî ketiye dest ereban.

Sala 1974ê bi zorê erdên êzdiyan li Şingalê hatin zewt kirin û ereb li ser hatin bicîh kirin, piştî nemana rejîma dîktator a Iraqê di sala 2003ê de careke din êzdiyan erdên xwe çandin. Naha jî piştî Heşdî Şeibî û grubên çekdar hatin Şingalê ew erd careke din ket dest ereban.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.