Îro li quntarên Qendîlê pasdarên Îranî êrîşî ser zomdarên deverê kir.
Di vê derbarê de Kerîm Kêwxa Hemed Emîn ku zomdarê gundê Rizgeye ragihand ku îro çarşem pasdarên Îranê êrîşî ser wan zomdarên deverê kirine ku sewalên xwe bi mebesta leverandinê (çerandinê) biribûn zozanên deverê.
Hemed Emîn ji Kurdistantvê re ragihand ku yek ji wan zomdaran ku êrîşî ser sewalên vî hatiye kirin ez bo xwe me û di encama êrîşa han de hijmareke zêde pez û bizinên min ji aliyê pasdaran ve hatine kuştin.
Nav hatî eşkere kir ku ev dever û zozanên han bûne qadeke leşkerî û spaha pasdaran bi berdewamî êrîşî ser zomdaran dike û balefirên Tirkiyeyê jî rojane wan deveran bordiman dikin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin