Duh bi şev li bajarokê Dêrelok ê Zaxoyê 2 balafirên keşfê yên artêşa Tirk a dagirker ketin xwarê. Her wiha bombebarana li ser Başûrê Kurdistanê dewam dike.
Duh bi şev balafirên şer ên artêşa dewleta Tirk a dagirker careke din bajarokê Dêrelok yê Zaxoyê ya Başûrê Kurdistanê bombebaran kir. Li gorî agahiyên berdest ziyaneke zêde gihîşt bax û baxçeyên welatiyan.
Li gorî nûçeya Rojnewsê, 2 balafirên keşfê yên artêşa dewleta Tirk a dagirker li herêma Dêrelok ku êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk lê didomin, ketin xwarê. Der barê ketina her du balafirên keşfê de heya niha Navenda Ragihand û Çapemeniyê ya HPG’ê tu daxuyanî nedane
Anha
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin