Di teqînên Îranê de 19 kesan canê xwe ji dest dane

15 ji wan kesên ku canê xwe ji dest dane jinin
کوردستان TV
100%

Li gor çapemeniya Îranê di teqînên duhê bi şev yên di nava dermangehekê de ya li Tehranê 19 kesan canê xwe ji dest dane.

Çapemeniya Îranê li ser zarê rayedarên Îranî belav kir ku duhê li dermangeha nexweşxaneya Sîna ya li Bakûrê Tehranê de teqîn çê bûne û piştî teqînê jî şewateke mezin çê bûye û di encama şewatê de 19 kes canê xwe ji dest dane.

Hate zanîn ji 15 ji wan kesên ku di teqîn û şewatan de canê xwe ji dest dane jinin.

N: E.G

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.