Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel şanda danûstandinkar ya Kurdistanê yaku hefteya derbazbûyî serdana Bexdayê kiribû civiya û piştî civînê jî li ser pêgeha xwe ya fermî derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;
Îro sêşem 30/6/2020 bi rêya onlîne li gel şanda danûstandinkar ya li gel hikûmeta federal civiyan.
Di civînê de Cîgirê Serokwezîr behsa serdana hefteya derbazbûyî ya şanda hikûmeta herêma Kurdistanê bo Bexdayê û encamên giftûgoya li gel hikûmeta federal û pêşniyarên heyî yên bo çareser kirina kêşeyên hilweastî kir û pişt re me tekez li ser vê yekê kir ku herêma Kurdistanê berdewam dibe li ser giftûgoyan bo gehêştin bi lihevkirinek ku têde maf û şayisteyên destûrî yên herêma Kurdistanê parastî bin û herêma Kurdistanê pêdagirî û berevanî ji mafên reva di çarçoveya destûra Îraqê de dike û bi ti awayî dev ji wan ber nade.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin