Êrîşî ser Fermandarekî spaha pasdaran hate kirin

spaha Edil bi vê êrîşê tê tawanbarkirin
کوردستان TV
100%

Li gor çapemeniya Îranê duhê bi şev li başûrê vê welatî êrîşî ser Fermandarekî spaha pasdaran hatiye kirin.

Çapemeniya Îranê belav kiriye ku duhê bişev li devera Korîn ya li Sîstan û Belûçistanê ya li Başûrê Îranê, tevgera artêşa Edil, di dema derbazbûna karwaneke spaha pasdaran de du bombeyên vedayî teqandiye.

Hate zanîn ku di encama teqînan de Fermandarekî spaha pasdaran û çend leşkerên din jî birîndar bûne.

Ji aliyeke din ve hate gotin ku spaha Edil çend pasdar jî dîl girtine lê parlementerê bajarê Zahêdan li parlementoya Îranê Feda Husên Melekî ragihand ku ti pasdarek nehatiye dîlgirtin lê tenê birîndar hene.

N: E. G

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.