Ev terorîstê han di sala 2014an de beşdarî di refandina keç û jinên Êzidî kiribû.
Komîteya ragihandinê ya ser bi Fermandariya operasiyonên hevbeş ragihand ku piştî wergirtina zariyariyên hûr û kûr yek ji terorîstên DIŞIê yê ku di refandina keç û jinên Êzidî de beşdar bûye û rol lîstiye, hatiye girtin.
Li gor daxuyaniya han ev operasiyon di gundên derdorê Beac û Şingalê de hatiye lidarxistin û di operasiyonê de ev terorîstê DIŞIê yê ku di sala 2014an de beşdarî di refandina keç û jinên Êzidî de kiribû, hatiye girtin.
Weke tê zanîn di destpêka Tebaxa 2014an de terorîstên DIŞIê êrîşî ser Şingalê kirin û piştî komkujiyeke mezin dijî Êzidiyan hijmareke zêde keç, jin û xortên Êzidî jî refandin û heta niha jî çarenivîsa beşek ji wan ne zelale.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin