Hevpeymanî: Em beşdarê operasiyonê nebûne

operasiyon roja îna derbazbûyî hatibû lidarxistin
کوردستان TV
100%

Piştî operasiyona hêzên antî terorê yên Îraqê ya li dijî komên çekdar bi taybetî komên ser bi Îranê li Başûrê Bexdayê, hevpeymaniya cîhanî dijî DIŞIê daxuyaniyek belav kir.

Beriya daxuyanî were weşandin, dihat gotin ku hêzên hevpeymaniya cîhanî jî di vê operasiyona antî terora Îraqê de li devera Dore ya li Başûrê Bexdayê bo ser komên çekdar yên nêzî Îranê bi taybetî hizbulah, beşdar bûye, lê hevpeymaniya cîhanî îro duşem daxuyaiyek belav kir û ragihand ku hêzên wan bi ti awayî di operasiyonê de beşdar nebûne.

Weke tê zanîn roja îna derbazbûyî antî terora Îraqê êrîşî ser komên çekdar yên hizbulahê kiribûn û hijmarek endam û berpirsên hizbulahê ku dihat gotin di nava wan de jî berpirsên Îranî hene û xwe amade kiribûn ku êrîşî devera kesk ya li Bexdayê bikin, binçav kiribûn.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.