Li Îraqê zêdetir ji 1700 kesan canê xwe ji dest dane

heta niha zêdetir ji 45 hezar kesan bi Koronayê ketine
کوردستان TV
100%

Wezareta tendirostî ya Îraqê dibêje heta niha jiber Koronayê hezar û 756 kes li Îraqê canê xwe ji dest dane.

Wezareta tendirostî ya Îraqê belav kiriye ku di nava 24 seatên derbazbûyî de li seraserê welat 2 hezar û 140 kesên din bi Koronayê ketine.

Li gor daxuyaniya wezaretê di nava heman 24 seatan de 96 kesên din jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.

Heta niha li Îraqê bi giştî 45 hezar û 402 kes bi Koronayê ketine û hezar û 756 kes jî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.