Li Parêzgeha Hewlêrê dîsa qedexe hate ragihandin

biryar vê roja sêşemê seat 6an bikeve meriyetê
کوردستان TV
100%

Duhê bi şev piştî civîna hevbeş ya parêzgariya Hewlêrê, komîteya operasiyonên rûbirû bûna Korona û wezareta tendirostî, derbarê qedexeya hatûçûyê de biryarên nû hatin dayîn.

Li gor daxuyaniya han jiber belav bûna zêde ya Koronayê biryar hatiye dayîn ku ji seat 6ê sibê ya roja 30 Hezîranê heta seat 12 şev ya roja çara Temûzê li seraserê sînorên parêzgeha Hewlêrê qedexeya hatûçûyê were ragihandin.

Di wan rojên qedexeyên din dikan, firin, nexweşxane, dermangeh û çend cîhên din yên dabîn kirina pêdiviyên welatiyan vekirî dibin.

Herwiha di wan rojan de kes nikare bikeve nava parêzgeha Hewlêrê û ji parêzgehê derkeve.

Weke tê zanîn piştî cejna Remezanê dîsa Korona li Kurdistanê serî hilda û heta niha nêzî 5 hezar kesan bi Koronayê ketine û zêdetir ji 150 kesên din jî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.

N: E.G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.