Du Kolberên din hatin kuştin

pasdar rê nadin ku xelk cenazeyên Kolberan vegerîne
کوردستان TV
100%

Îro li Urmiyeyê hêzên Îranî du kolberên din yên Kurd kuştin.

Li gor nûçeyeke nêrîngeha mafên mirovan ya Hengawê, îro li sînorê Sîlvana ya ser bi Urmiyeyê hêzên Îranî êrîşî ser karwaneke Kolberên Kurd kirine.

Li gor çavkaniyê di encama êrîşa han de du Kolberên Kurd canê xwe ji dest dane û Kolberek jî birîndar bûye.

Ev her sê Kolber xelkê bajarokê Sîlvane ya ser bi Urmiyeyê bûne.

Ji aliyeke din ve hate zanîn ku Pasdarên Îranî rê nadin kesûkarên wan Kolberan daku biçin deverê û termê Kolberan vegerînin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.