Wezareta tendirostî huşdarî dide Îraqiyan

dibêje welatî pêbendî şîretan nabin
کوردستان TV
100%

Wezareta tendirostî ya Îraqê derbarê pêla duyem ya Koronayê de huşdarî dide Îraqiyan.

Wezîrê tendirostî yê Îraqê Hazim Cumeyêlî ragihand niha li Îraqê pêla yekem ya Koronayê heye lê jiber tedbîrên tund yên tendirostî yên li Îraqê pêla yekem ya Koronayê li vê welatî hinek direng derket.

Cumeyêlî eşkere kiriye ku eger welatiyên Îraqê pêbendî şîret û rêkarên tendirostî nebin vê pêla duyem ya Koronayê li Îraqê piştî demekê serî hilde û vê zirarên mezin bigehîne welatiyan.

Nav hatî eşkere kiriye ku jiber pêbend nebûna xelkê bi şîretên tendirostî heta niha hijmareke zêde welatî bi Koronayê ketine û hijmareke din jî canê xwe ji dest dane.

N: E.G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.