Li nahya Derkarê bêhtirî 100 donimên daristanan ji ber şerê Tirkiyê û PKKê şewitîn

şev û pevçûn û êrîş li deverê didomin
کوردستان TV
100%

Rêveberê nahya Derkarê li qeza Zaxo diyar kir, di wan du rojên borî de bêhtir ji 100 donimên daristan û pûşê gundan li Derkarê di encama şerê Tirkiyê û PKKê de hatin şewitandin.

Rêveberê nahya Derkarê ya ser bi qeza Zaxo Zêrevan Musa ji basnewsê re ragehand: ‘’Ji ber şerê Tirkiyê û PKKê ziyaneke mezin geheştiye devera Derkarê û duh jî Tirkiyê leşkerên xwe rêkirin ser beşekî çiyayê Xamtîrî. Şerekî dijwar navbera PKKê û artêşa Tirkiyê de çêbû. Ev hemû şere bûye tirs bo hemwelatiyên sivîl li gundên Derkarê. Xelk nikara biçe ser karê xwe yê rojane jî. Herwaha bombebarana deverê bûye eger ku daristan û giya û pûşê wan gund bişewite û heta naha bêhtir ji 100 donimên daristanan hatine şewitandin.’’

Herwaha diyar kir naha dema berhemên xiyar û bacanên sor e, lê xelk nikara biçin jê bikin û hemû dê pê ve xirab bibin, ango ziyaneke mezin dê bigehe cotyaran. Ji ber hemû cotyar li benda çêbûna berhemên xwe ne ku bifroşin. Naha şerê Tirkiyê û PKKê bûye sedem berhemên cotyaran wisa bimînin û nikarin biçin lêvekin û bînin bifroşin.’’

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.