Amerîka: Rûsye pere dide Talibanê

dibêje Rûsye pere dide çekdarên Talibanê
کوردستان TV
100%

Amerîka dibêje Rûsye pere dide çekdarên Talibanê li Efxanistanê daku leşkerên Amerîkî bikujin.

Di vê derbarê de çapemeniya Amerîkayê li ser zarê rayedarên Amerîkayê belav kir ku zaniyariyên pêbawer di destê wan de hene ku Rûsye bi nihênî pere dide çekdarên Talibanê li Efxanistanê.

Çapemeniya Amerîkî belav kiriye ku armanca Rûsyeyê eve daku çekdarên Talibanê li Efxanistanê êrîşî ser leşkerên Amerîkî bikin û wan bikujin.

Hatiye belav kirin ku îstîxbarata Rûsî li gel çekdarên Talibanê di têkiliyan deye daku li hember pereyan êrîşî ser leşkerên Amerîkî bikin.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.