Qeyis Xezelî gef li Serokwezîrê Îraqê dike

dibêje vê encamên metirsîdar bi xwe re bîne
کوردستان TV
100%

Piştî binçav kirina hijmareke zêde ji fermandar û berpirsên hşeda şebî û hizbulaha Îraqê bi fermana Serokwezîrê Îraqê, gef li Serokwezîrê Îraqê tên kirin.

Di vê derbarê de Emîndarê giştî yê Esayîbî Ehlîheq Qeyis Xezelî di hevpeyvînekê de li gel kanala Ehd ya Îraqî gef li Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî kiriye û gotiye: Tişta ku dike gelek metirsîdare û encamên metirsîdar bi xwe re bîne.

Xezelî herwiha diyar kiriye ku heta niha li Îraqê kes weke Kazimî nikariye heşda şebî bike amanc lewre lazime li benda encamên vê yekê jî be.

Weke tê zanîn ku duhê danê sibê çend berpirsên heşda şebî û hizbulah hatibûn girtin û pişt re jî heşda şebî gefa vê yekê kiribû ku eger girtî neyên berdan vê êrîşî ser navçeya kesk ya li Bexdayê dike.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.