Duhê êwarê artêşa Tirkiyeyê di çarçoveya êrîşên xwe yên bo ser cîhên sivîlan li deverên sînorî yên Kurdistanê de, gundeke din li devera Derkarê bordiman kir.
Li gor zaniyariyên berdest, duhê êwarê balefirên artêşa Tirkiyeyê gundê Hevrêzê ya ser bi devera Derkarê bi tundî bordiman kirin.
Hate zanîn ku zirarên canî yên vê bordimanê nebûne lêbelê zirarên gelek mezin yên madî ber gund, bax û rezên gundê ketine.
Weke tê zanîn ku bi hinceta hebûna PKKê artêşa Tirkiyeyê berdewame li ser bordiman kirina deverên sivîlnişîn li herêma Kurdistanê û êwara roja pêncşemê jî balefirên Tirkiyeyê seyrangeha Kune Masî ya ser bi Silêmanî bordiman kiribûn û di encam de 6 welatiyên medenî bi dijwarî birîndar bibûn û zirarên mezin yên madî ber mal û milkên xelkê ketibûn.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin