Brezîlya: Vîrusa Korona di 24 saetên dawî de 1200 kes kuştiye

ev zêdetirîn amara rojê ye ku heta niha hatiye tomarkirin
کوردستان TV
100%

Wezareta Saxlemî ya Brezîlya diyar kir ku di 24 saetên dawî de pirtir ji 42,000 kes bi vîrusa korona ketine û 1185 kes bi wê jîyanên xwe ji dest dane.

Bi vî awayî, li Brezîlya hejmara pêketîyan bû 1,2 mîlyon û hejmara kesên jiber vîrusa korona mirine jî bû 53,830.

Serokê Brezîlya Jair Bolsonaro jiber karên xwe yên dema şewba vîrusa korona tê rexne kirin.

Dozgerê Brezîlya Renato Coelho Borelli ji Bolsonaro xwestibû ku dijî vîrusa korona maskeyê bide ber rûyê xwe.

Borelli dîyar kiribû ku Bolsonaro ji qanûnan ne mezintir e û dabû zanîn ku ger ew wan binpê bike divê 2000 realê Brezîlya (390) dolar ceza bide.

Hêjayî bîrxistinê ye, du wezîrên saxlemî yên Brezîlya jiber nelihevkirina bi Bolsonaro re karvekişîna xwe ragihandibûn

Voa

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.