Di nava 3 mehan de nêzî 70 welatiyên Kurd hatine girtin

çarenivîsa piraniya wan nediyare
کوردستان TV
100%

Li gor zaniyariyên berdest di nava 3 mehan de li Rojhilatê 67 welatiyên Kurd hatine girtin.

Jêderên nûçeyan behsa vê yekê dikin ku di nava sê mehên destpêkê ya îsal ( bi dîroka Îranî) hêzên îtlaata Îranê bi giştî 67 welatiyên Kurd li bajarên curbicur yên Kurdistanê binçav kirine.

Jêder ev yek eşkere kirine ku tevahiya binçavkiriyan, çalakvanên warên curbicurin û niha çarenivîsa 65 girtiyan û cîhê ragirtina 35 girtiyên din jî nediyare û kes nizane çi bi ser wan de hatiye.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.