Îran: Bila Amerîka daxwaza lêbûrînê bike

dibêje eger lêbûrîn bixwaze emê danûstandinan bikin
کوردستان TV
100%

Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî helwesta welatê xwe ya li hember danûstandinên di navbera Amerîka û Îranê de diyar kir.

Rûhanî eşkere kir ku eger Amerîka jiber vekêşîna xwe ya ji peymana etomî bixwaze û daxwaza lêbûrînê ji Îranê bike, vê demê Îran amadeye li gel Amerîkayê dest bi danûstandinan bike.

Rûhanî anî ziman ku heta daxwaza lêbûrînê neyê kirin û dorpêçên ser Îranê neyên hilweşandin, vê Îran li gel Amerîkayê bi ti awayî danûstandinan neke.

Derbarê dorpêçên Amerîkayê jî Rûhanî tekez li ser vê yekê kir ku Amerîka dorpêç daniye ser pîşesaziya petrola Îranê lê Îran wisa kiriye ku abûriya xwe weke berê girêdayî petrolê nebe,

N: E. G

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.