Wezîrê tendirostî yê hikûmeta Kurdistanê Dr, Saman Berzencî duhê bi şev di presskonferansekê de ragihand ku jiber belav bûna bilez û berfire ya Koronayê Kurdistan derbazî rewşeke metirsîdar bûye.
Saman Berzencî eşkere kir ku di destpêka belav bûna Koronayê de rêkar û tedbîrên baş haatibûn stendin jiber vê yekê di destpêkê de Korona li Kurdistanê hatibû kontrolkirin.
Berzencî tekez li ser vê yekê kir ku jiber bilez sist kirina rêkarên xweparêziyê, mixabin Korona dîsa bilez belav bû û niha li seraserê Kurdistanê belav bûye, lewre lazime bo rûbirû bûna Koronayê vegerin destpêka rêkarên xwewparêziyê.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin