Wezareta tendirostiya Kurdistanê duhê bi şev amara berketiyên Koronayê ya 24 seatên derbazbûyî belav kir.
Li gor daxuyaniya wezaretê, di nava 24 seatên derbazbûyî de li seraserê Kurdistanê 299 kesên din bi Koronayê ketine.
Wezaretê eşkere kiriye ku di nava 24 seatan de li Hewlêrê 70, li Silêmanî 171, li Gerimiyanê 42 û li Helebceyê jî 16 kes bi Koronayê ketine.
Herwiha hate zanîn ku 79 berketiyên Koronayê jî çê bûne û 11 kes jî canê xwe ji dest dane.
Heta niha 4 hezar û 463 kes bi Koronayê ketine û 129 kes jî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.
di 24 seatên berê de jî dîsa 299 kes bi Koronayê ketibûn.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin