Li Îraqê amadekariyên hilbijartinan tê kirin

Kazimî daxwaza hevkariyê ji civaka cîhanî kiriye
کوردستان TV
100%

Biryare di demeke nêz de li Îraqê hilbijartinên pêşwext werin kirin.

Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî di civîna xwe ya li gel nunera Sekreterê giştî yê Netewên Yekgirtî li Îraqê Jeanine Hennis-Plasschaert ragihand ku yek ji karên herî lipêş yên hikûmeta nû ya Îraqê hilbijartinên pêşwexteye.

Kazimî eşkere kiriye ku bo ku di demeke nêz de hilbijartinên pêşwext werin kirin, me dest bi amadekariyên pêwîst kiriye.

Kazimî di heman civînê de daxwaz ji civaka cîhanî kiriye ku bo dabîn kirina aramiya siyasî û ewlekarî hevkariya Îraqê bikin.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.