Emmanuel Macron: Tirkiye lîstokek metirsîdar dike

dibêje Tirkiye rêkeftinên navnetewî binpê dike
کوردستان TV
100%

Serokê Franseyê Emmanuel Macron diyar kiriye ku Tirkiye li Lîbyayê lîstokek gelek metirsîdar dike.

Emmanuel Macron herwiha eşkere kiriye ku Tirkiye bi şandina hêzên leşkerî û cîhadiyên Sûriyeyê bo Lîbyayê, tevahiya rêkeftinên ku hatine îmzekirin û qanûnên navnetewî binpê dike.

Macron tekez li ser vê yekê kiriye ku cîhan destwerdanên Tirkiye û lîstokên Tirkiyeyê yên li Lîbyayê qebûl nake jiber ku ev destwerdana han binpê kirina tevahiya rêkeftinên Berlînêne ku Tirkiye jî ev îmze kirine.

Hêjayê gotinê ye ku beriya niha jî Misir û Komkara Erebî huşdarî dabûn Tirkiyeyê.

N: E. G

 

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.