Putin: Ger qanûn biguhere ez dikarim careke din bibim berbijarê Seroktiyê

vê di dawiya mehê de li Rûsyeyê referandum were kirin
کوردستان TV
100%

Serokê Rûsya Vladimir Putin diyar kir ku ger guherînên di qanûna bingehîn de werin pejirandin ewê bo Serokomariyê careke din bibe berbijêr.

Rûsya dê di navbera 25’ê Hezîranê û 1’ê Tîrmehê de bo guherandina qanûna bingehîn referandumê çêke.

Li gor guherînên di qanûna bingehîn de, Putin dê karibe her carê 6 salan du carên din li desthilatê be.

Kremlîn dide zanîn ku bo xurtkirina parlamanê divê guherîn were pejirandin.

Rikeberên Putin jî dibêjin ku karê wî di sala 2024’an de bi dawî dibe, bi vî awayî ew dikare heta 2036’an li desthilatê be û ew jî ‘’darbeyeke qanûnî’’ ye.

Putin 67 salî ye û bi qasî 20 sal in li desthilata Rûsya ye

voa

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.