Partiya Demokrat ya Kurdistanê (PDK) dilgiranî û nerazîbûna xwe li hember êriş û topbaranên li dijî deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê ji aliyê Tirkiye û Îran ve nîşan da.
PDKê li ser êriş û topbaranên ku Îran û Tirkiyê ji ber hebûna neyarên xwe li dijî deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê pêk tînin, daxuyaniyek da. Naveroka daxuyaniyê wiha ye:
Em gelekî nîgeran in li hember alozî û êriş û operasyonên serbazî û tobaran û bordûmanên Tirkiye û Îranê li dijî xaka Herêma Kurdistanê ku bûne sebeba tirsandina welatiyên sivîl û alozbûna rewşa deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê.
Helbet ev mijar nû nîne û di heyama salên borî de jî dubare bûye. Me berê û niha jî bi aliyên pêwendîdar yên van du welatan re gotûbêj kiriye û nîgeraniyên xwe jî ji wan re ragihandiye. Wan her car gotine ku ti dijatiyek wan li hember Herêma Kurdistanê nîne û sebeba bordûmanan jî hebûna hêzên çekdar û neyarên kurdî yên wan in û çalakiyên serbazî li dijî Îran û Tirkiyê dikin.
Niha nêzîkî 500 gundên Herêma Kurdistanê di bin kontrola PKKê de ye û me jî çavê xwe ji vê yekê re girtiye. Lê eger rewş bi vî rengî berdewam be dê ziyanên mezintir bigihên Herêma Kurdistanê û cihên din yên Herêma Kurdistanê dikevin metirsiyê.
Lazim e hemû alî vê yekê bizanin ku xebat û hukimranî bi muzayede û siyaseteka ne berpirsane nayê kirin. Me berê jî gotiye û em niha jî dibêjin em alîgirê xebata siyasî û rêkên aştiyane ne bo çareserkirina pirsgirêka kurd li beşên din. Eger PKK û hêzên din nikarin vê yekê qebûl bikin û biryarên Herêma Kurdistanê bicîh bînin, bila şer û çalakiyên xwe derbasî welatê xwe bikin û êdî nebin sebeba gef û malwêraniyê li ser welatiyên Herêma Kurdistanê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin