Agir bi nexweşxaneyeke Bexdayê ket

sedema agir berbûnê nehatiye diyarkirin
کوردستان TV
100%

Îro şeme li Bexdayê agir bi bin beşên nexweşxaneya Firat ket.

Li gor çapemeniya Îraqê, îro danê sibê agir bi hin beşên nexweşxaneya Firat ya li Bexdayê yaku taybete bi derman kirina berketiyên Koronayê ketiye.

Di encama bûyera han de çend beşên qerentîne kirinê hatine şewitandin.

Ti zirarên canî yên vê bûyerê tunene lê zirarên madî bi çend odeyên nexweşxaneyê ketine.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.