Hejmara pêketiyên Korona 8,500 hezar kes derbaz kir

Amerîka, Brazîl û Rûsye di rêza yekem dene
کوردستان TV
100%

Li gor agahiyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 8,566,787 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî hejmara pêketiyan pirtir ji 2,200,000 e.

Li dû Amerîka, bi 978,000 pêketiyan Brezîlya, li dû wê jî bi 568,000 pêketiyan Rûsya tê.

Jiber vîrusa korona li Amerîka pirtir ji 118,000, li Brezîlya bi qasî 48,000 û li Brîtanya jî pirtir ji 42,500 kes jîyanên xwe ji dest dane.

Ew vîrus di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê pirtir ji 84,000 kes bi vîrusa korona ketine û bi qasî 4700 kes bi wê mirine.

Voa

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.