Balefirên Tirkiyeyê çend deverên din yên Kurdistanê bordiman kirin

duhê êwarê jî di encama bordimanê de 3 welatiyên medenî şehîd bibûn
کوردستان TV
100%

 

Li gor zaniyariyên ku Peyamnêrê Kurdistantv dane, duhê bişev balefirên şer yên Tirkiyeyê çend navçeyên derdorê Xakûrkê bi tundî bordiman kirine.

Peyamnêrê me eşkere kir ku ji bilî bordiman kirina Xakûrkê ji aliyê balefiran ve, hevdem kopterên Tirkiyeyê jî çend navçeyên yên li derdorê Çiyayê Dêl û gundên sînorê Xelîfanê jî topbaran kirine.

Topbarana han ti zirarên canî li pey nebûye lêbelê bûye sedema agir berbûn li daristan û baxên wan navçeyan.

Herwiha duhê êwarê balefirên şer yên Tirkiyeyê derdorê Şêladizê jî bordiman kiribûn û di encam de 3 welatiyên sivîl şehîd bibibûn û zirarên mezin yên madî ber deverê jî ketibûn.

Weke tê zanîn ev demeke ku liv û tevgerên leşkerî yên bejahî ji aliyê artêşa Tirkiyeyê ve li wan deveran zêde bûne û şer û pevçûnên artêşa Tirkiye û PKKê li deverê didome û di encam de zirarên mezin ber navçe û şêniyên wan deveran dikevin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.