Geliyê Bêşilî dîsa hate bordiman kirin

zirarên mezin ber cîhê bordimanê ketine
کوردستان TV
100%

Îro careke din balefirên Tirkiyeyê geliya Bêşilî ya li Berwariya Bala ya ser bi Kanî Masî ya li qeza Amêdiyê bordiman kirin.

Di bordimana îro de cîhên nêzî xaniyên gundiyan û cîhên sivîl hatine bordiman kirin û her çend zirarên canî yên vê bordimanê nebûye lêbelê zirarên mezin yên madî ber deverê ketine.

Ev çendemîn care ku balefirên Tirkiyeyê jiber hebûna gerîlayên pkkê wan deveran bordiman dikin.

Weke tê zanîn di 15ê vê mehê de Tirkiye bi beşdariya zêdetir ji 20 balefiran hin deverên Kurdistanê bordiman kiribû û pêr bi şev jî hêzên taybet yên Tirkiyeyê li Heftenînê dest bi operasiyona bejayî kiribûn.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.