Çend parlementerên Îraqî bi Koronayê ketine

dibêjin zêdetir ji 2 parlementeran bi Koronayê ketine
کوردستان TV
100%

Li gor zaniyariyên berdest, hijmarek Parlementerên parlementoya Îraqê bi Koronayê ketine.

Cara yekem hate gotin ku du Parlementerên parlementoya Îraqê bi Koronayê ketine lewre parlementoya Îraqê karên xwe rawestandiye.

Pişt re jî aliyên têkildar yên tendirostî diyar kirine ku ne tenê du belku hijmarek ji Parlementerên parlementoya Îraqê bi Koronayê ketine lewre parlemen bo demeke nediyar civînên xwe rawestandiye û ne diyare gelo parlemen kengî dîsa dest bi karên xwe dike.

Weke tê zanî rojane li Îraqê zêdetir ji 100 kesan bi Koronayê dikevin û bi dehan kesên din jî jiber Koronayê canê xwe ji dest didin.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.