Wezîrekî Îraqî bi Koronayê ketiye

sibê li Îraqê qedexeya hatûçû destpê dike
کوردستان TV
100%

Jêderên nûjdariyê yên li Bexdayê ragihandine ku wezîreke hikûmeta nû ya Îraqê bi Koronayê ketiye.

Li gor çapemeniya Îraqê aliyên têkildar yên tendirostî yên li Bexdayê cerbandinên nûjdariyê bo destnîşan kirina Koronayê bo wezîrê veguhastinê ya hikûmeta Îraqê Nasir Bender kiriye û der ketiye ku nav hatî li gel endamên malbeta vî bi Koronayê ketine.

Weke tê zanîn di wan demên dawî de Korona li Bexda û bajarên dinyên Îraqê gelek bilez belav dibe û hikûmeta Îraqê jî sê roj qedexeya hatûçûyê ragihandiye û ev biryara han vê roja pêncşemê bikeve meriyetê û heta roja şemî bidome.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.